Li Brazîlya zilamekî bi navê Olîvêra Gonsal Ves, yê 54 salî, di encama krîza dil de, dimire.
Gora wî hazir dikin û cenazeyê wî dibin nexweşxaneyê.
Hemû merasîmên rakirina cenaze ji wî re çêdikin.
Doktor raporta xwe jî amade dikin û mirina wî piştrast dikin.
Dema ku malbata wî diçin, kincan li cenaze bikin, dibînin ew xwe dilivîne.
Destpêkê ditirsin, piştre xwe diogihînin doktoran û bang dikin ku ew zindî bû ye.
Li gor rojnameya 24 Horas, biraziyê Gonsal Ves, gotiye wan tabût jî amade kiribûn û gorek jî ji wî re kiribûn.