Serrûpel Nûçe Kantonên Rojava di programa (2 ALÎ) de ne – Vîdyo

Kantonên Rojava di programa (2 ALÎ) de ne – Vîdyo

Belav bike
Kantonên Rojavayê Kurdistanê di xizmeta kê de ne?

 
Hinek jî hene, bi her awahê li dijî wan kantonan derdikevin û dibêjin destê rêjîma Sûriyê di avakirina wan de heye û biryarên ku ew kanton derdixin dikevin xizmeta dijmin û bi tu awahî itîrafê pê nakin.
 
Li rojavayê Kurdistanê demokrasî heye dibêjin, azadî heye, mafên mirova heye, edalet heye, her kes dikare bi serbestî nêrîna xwe û bîr û baweriyên xwe bîne ziman. Rojava ji te re dikin cineta demokrasiyê…
 
TEMAŞE BIKIN

Hinekan jî ji xwe re kirine edet, TEV Demê û partiyên yên nêzîkî wê çi tiştî bikin jî qebûl nakin û dibêjin, misqalek jî demokrastî û azadî li rojavayê Kurdistanê nemaye…
 
Hema bêjin li rojavayê Kurdistanê kes kesekî qebûl nake û yên ku weke hev nafikirin jî, rojekê li ser maseyekê rûnanin û rû bi rû hev rexne nakin.
 
Gelo raste li rojavayê Kurdistanê çalakvanan têne sirgûnkirin, rê li ber azadiya medyayê tê girtin, û kesên ku weke xweseriya demokratîk nefikirin xayînin û divê rojava ji wan were paqijkirin, yan jî ev tenê propagandeyeke wan kesane ku tiştên PYD-Tev Dem û partiyên di nava kantonan de qebûl nakin û tenê dijîtiyê dikin?

Mêvanên xelekê:

Dîdar Delef: Endamê Dîwana Meclîsa TEV-DEM
Hisên Çelebî: Rojnamevan, Nivsîskar