Li gor daxuyaniyeke Encûmena Wezîran ya Herêma Kurdistanê, îro Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Qedaseta Patrîk Mar Denxayê çarem û serokê kenîseya rojhilat ya Asûriyan bi serokatiya metran Mar Milîs Ziya kir.
Di daxuyaniyê de hatiye, şanda Patrik Denxayê çarem behsa pêwendiya di navbera pêkhate û neteweyên Kurdistanê û navçeyê de kir û bi taybet pêwendiyên di navbera Kurd û mesîhiyan de û têkezî li ser wê yekê kir, hertim gel û pêkhateyên Kurdistanê bi hev re bûne û wê bi hev re bin û çarenvîsa wan jî bi hev re ye.
Herweha Nêçîrvan Barzanî têkezî li ser çanda lêbûrînê û bi hev re jiyanê di navbera pêkhateyên civaka Kurdistanê de kir û bal kişande ser wê yekê, ya ku rûdide karesate û hemû pêkhateyên Kurdistanê di sengerekî de ne, lewma hemû têkeziyê li ser yekîtiya xwe dikin û wê pêşeroj ya Kurdistaniyan be.