Serrûpel Nûçe DAIŞ vê carê Kurdên di nava xwe de dikuje

DAIŞ vê carê Kurdên di nava xwe de dikuje

Belav bike

Di vê derbarê de berpirsê ragihandina wezaretê karû barê olî Merîvan Neqşîbendî got: Despêka sala 2014ê heta niha nêzikî 100 ciwanên kurd ji Kurdistanî çûne tevlî hêza çekdarên DAÎŞ bûne. piraniya van ciwanan piştî DAÎŞ ketiye Musilê tevlî rêxistinê bûne. ji van ciwanan 13 kes hatine kuştin. Temenê wan di navbera 14û 25 sali ne.

Di berdewamiya axavtina xwe de Neqşîbendî got: Niha baweriya DAÎŞ li çekdarên kurd nemaye.DAÎŞ kurdên di nava xwe de alîkariya pêşmergeyan tawanbar dikin. Herweha DAÎŞ bawer dike ku ev kurd ketine di nava wan de ji bo balefirên Amerîkî wan bombebaran bike.

Her ji bo vê sedemê 5 çekdarên kurd di nava DAÎŞ de bi hovane hatine kuştin.

Neqşîbendî daxuyaniya xwe de dibêje: Niha nahêlin kurd bi kurdî li gel hev biaxêvin.Hemu grubên kurdên di nav xwe de belev kirine her yekî rêkirina nava gurbên cuda û ji hev belav kirine. Niha jî ciwanên kurd digihin wê baweriyê ku cihê wan di nava DAÎŞ de nemaye. rojevakurd