Serrûpel Nûçe Ji Ocalan nameyek ji Îmralî heye

Ji Ocalan nameyek ji Îmralî heye

Belav bike

“Ji Bo Gelê Kurdistanê

Li erdnîgariya Rojhilata Navîn a ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi rêya dewlet neteweyan pergaleke kedxwariyê ya bêpîvan lê hat ferzkirin, serobinobûneke kaotîk tê jiyîn, gelên me di pêvajoyeke krîtîk a ku li dijî tevahiya polîtîkayên hegemonîk ên ku tên ferzkirin bi şiyarbûna xwe ya dîrokî hewl didin ku rêya mirovahiyê diyar bikin re, derbas dibin. Bêguman yek ji cihên ku bi polîtîkayên kedxwariyê yên bêpîvan ên moderrnîteya kapîtalîst a ku pişta xwe daye netewdewletê re rû bi rû maye Kurdistan e. Yek ji gelên ku herî zêde bi polîtîkayên hegemonîk ên înkar, tunekirin û bişavtinê re rû bi rû maye di serî de gelê Kurd, gelên Kurdistanê yên kevnar in. Ez bawer im ku mirov bibêje li Kurdistanê bi kurtasî vegotina sedsala buhrî li gor diyalektîka zilmeke dîrokî û serhildanê bi pêş ketiye wê ne çewt be.

Lêgerîna azadî û edaletê ya gelê Kurd a bi gelên kevnar ên ku pêre dijîn, di sih salên dawî de bi Tevgera Azadiyê berbiçav bûye, bi asta ku derketiye holê formula bi hêza cewherî ya pêkvejiyanê Neteweya Demokratîk, bi can û xwîn bûye. Pêvajoya dîrokî ya ku em têre derbas dibin, bi vî aliyê xwe berbanga serkeftina dîrokî ya li hemberî dewleta netewe Neteweya Demokratîk, li hemberî ferzkirinên dewletparêz ên bi darê zorê, xwe bi rêxistinkirin û birêvebirina Civaka Azad e. Bêguman li hemberî ferzkirinên dewleta çewisîner a ceberût û li hemberî avaniyên dewlet  yên ku li gelên me qirkirina çandî ferz dikin, cihê ku dijderketina herî xurt lê pêk tê erdnîgariya Kurdistanê qada herî girîng a ku malovaniya vê serkeftinê bike ye. Ji Tevahiya gelên Rojhilata Navîn heta tevahiya mirovahiyê re çav dişikêne. Ji ber vê yekê ku gel û erdnîgariya Kurdistanê ya ku bi êrîşên herî hovane yên dîrokî re rû bi rû maye, îro jî bûye armanca êrîşên herî hovane yên hêzên modernîteya kapîtalîst û çeteyên wê yên tetikkêş. Ez careke din bi girîngî dixwazim bibêjim ku tekane rêya rizgarbûna ji vê rewşê û rizgarkirina mirovahiyê, Civaka Azad a ku rêxistinbûna polîtîk û exlaqî esas digire û ji takekesên azad pêk tê ye.

Ji ber vê yekê aşkera ye ku Civata Giştî ya ku dê Kongreya we li dar bixe û jinûve avakirina ku dê pêk bîne, dê di avakirina Neteweya Demokratîk a li ser bingeha civakên azad de bibe xwediyê rol û mîsyoneke dîrokî. Ji bo ku serkeftineke li gor vê rol û mîsyonê pêk bê divê kêmasiyên rêxistinbûnê yên dema borî yên çawanî û hejmariyê ji holê bên rakirin. Dixwazim bibêjim ku li gor pêdiviyên demê bi ruhekî fedakar ê ku dê awayê xebatê yê afirîner, tempo û performansekê derxe holê, divê beşdariya avakirina ‘jiyana azad’ pêk bê. Divê ez di serî de bibêjim ku ez awayê xebatê yê ku di nav xwe de teng dimîne, bi xwedubarekirina nîqaşên teng vediguhere statukoyê, mehkûm dikim. Divê ez bibêjim ku ez qala hêzeke demokratîk a ku çareserkirina tevahiya pirsgirêkên civaka xwe yên siyasî, demokratîk, ekolojîk, aborî, ewlehî, hiqûqî, çandî û zayendî esas digire, di vê çarçoveyê de girtina nav xwe ya tevahiya civakê ji bo xwe wek rêgez dipejirîne, derfetên bêhempa yên hêza cewherî û xwebirêvebirinê derdixe holê, dikim. Ji bo bicihanîna van berpirsiyariyên ew qas girîng û dîrokî di şûna hişmendiyeke dewletparêz a ku dixwaze bibe dewlet an jî ji dewletê hêvî dike de, pêdivî bi hişmendiyeke xwebirêvebirinê ya ku xwe dispêre rêxistinbûna cewherî heye. Lewre dewlet ji berê û heta niha amûreke serdestan a pêkutiyê bûye. Ev yek jî herî zêde bi riya sazî û rîtuelên xwe kiriye. Hûn nûnerên tevahiya gelên Kurdistanê ne. Peywira we ew e ku hûn ji vê rastiyê hêzê bigirin, ji hişmendî û rîtuelên dewletê yên klsasîk dûr, bi cewherekî şoreşger hûn nîşanî tevahiya gelên herêm û cîhanê bidin ku divê di pêkanîna xwebirêvebirinê de mirov çiqas afirîner be, ye. Bi kinasî ez dibêjim ku divê em mekanîzmayeke çareseriya demokratîk a civakparêz a ku ji hişmendiya dewletparêz rizgar bûye ava bikin. Ez qala modeleke ku hişmendiya dewletparêz bide ber lêpirsînê, pêkutiyên dewletê yên li ser civakê ne tenê li kurdistanê, li her derê rake, bi vî aliyê xwe bike ku dewlet bi gavên lezgîn ber bi demokrasiyê ve biçe, dikim.

Ji bo çareseriya Neteweya Demokratîk divê zêdetir li ser van tiştên piratîk ên ku min di parêznameyên xwe yên dawîn de jî anîbûn ziman lêhûrbûn pêk bê, bi awayê nîqaş û xebatê di vê mijarê de divê hûn teqez rola xwe ya dîrokî ya ku bi pêş dixe bileyîzin. Divê azadkirina gelên me yên ku di cendereya zilmê ya modernîteya kapîtalîst de dinalin esas bê girtin, gihandina vî agirê azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê divê hûn wek peywireke dîrokî bizanibin. Bi baweriya ku hûn ê binketinên bi hincet na, serkeftinên bê hincet bi dest bixin ez kongreya we silav dikim, ji bo vê meşa mirovahiyê ya birûmet ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim.”

Abdullah OCALAN

Girtîgeha Îmraliyê”