Serrûpel Nûçe “Li kuderê be DAIŞ ji me re hedef e”

“Li kuderê be DAIŞ ji me re hedef e”

Belav bike


Mesrûr Barzanî di programa bi navê ‘Minutes 60’ a televizyona CBS News de ku wê rojên pêş were belav kirin, qala rewşa dawî ya navçeyê û şerê DAİŞ’ê dike û dibêje: ‘’Êrîşên esmanî yên Amerîkayê gelekî bi sûd bûn, Pêşmerge sipasiya Amerîkayê dikin bo vê hevkariyê, lê bawer nakim ew êrîşên han bo şikandina DAİŞ’ê têr bikin.’‘

Derheqa têkşikandina mekanîzmaya DAİŞ’ê de jî Barzanî wiha axifî: ‘’DAİŞ heta niha jî li Sûriyê hest bi serkeftinê dike û li navçeyên wek Mûsil, Telefer hest bi tirsê nake. Li gor me divê sîstem û serkirdeyên wê grûbê her li çi cihekî bin, bibin armanc.’‘

Barzanî da zanîn ku Kurd dixwazin Amerîka zêdetir di warê siyasî de hevkariya wan bike û derheqa pirçekkirina Hêzên Pêşmerge de ji aliyê Amerîkayê ve got: ‘’Me daxwaz ji Amerîkayê kiriye daku bi çekên giran hevkariya Pêşmergeyan bike, wek tank, helîkopter, çekên giran û zirxpoşên veguhestina Pêşmergeyan MRAP, ji ber evna gelekî girîng in.’‘Bas