Serrûpel Nûçe “Haya Artêşa Azad ji wan grûpan tune ye“

“Haya Artêşa Azad ji wan grûpan tune ye“

Belav bike

Çavdêrên siyasî dibêjin, ne normale dema ku di nava şev û rojekê de PYD-YPG û grûpên di bin navê Artêşa Azad de, bi hev re dibin hevpeyman û bi hev re wêneyan dikişînin û bi hev re daxuyaniyan didin û diêbjin ew êdî hevpeyman in.
Çavdêr bi şubhe li vê yekê dinêrin û dibêjin, ew ne grûpên Artêşa azad in, ew grûpên ji nava YPG bi xwe ne, lê YPG navê Artêşa Azad li wan dike ji bo ku riya xwe û welatên Rojava û bi taybet Emerîka ve, ji ber ku Amerîka soza da ku alîkariya Artêşa Azad bike û wan li Siûdiyê perwerde bike û hem di warê eskerî de hem jî di warê lojîstîk û aborî de alîkariya wan bike, wê Emerîka 500 mîlyon dolar bide opozîsyonê.
Hinek çavdêr hîn kûrtir diçin û dibêjin, ew grûpên ku niha dibêjin ku ew yên Artêşa Azad in û dibêjin ku ew hevpeymanên YPG ne, dibe ku Sûriyê ew bi xwe çêkiribin, ji bo ku beşek bin ji aliyên ku alîkariyê wergirin, û di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de bin.
Tê gotin, ku ew grûpên ku dibêjin ew Artêşa Azad in û ligel YPG wê şerê DAIŞ bikin, tu pêwendiya wan bi Artêşa Azad re tune ye, ew beşek in ji YPG û hinek ji wan ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatine çêkirin.
Li ser vê yekê heta Artêşa Azad tu daxuyanî nedaye û  negotiye ku ew grûp beşekin ji Artêşa Azad.