Serrûpel Nûçe “Ez ji xwe şerm dikim“

“Ez ji xwe şerm dikim“

Belav bike


Zînê, ku ne navê keça 17 salî yê raste, yek ji wan jin û keçên Kurde yên ku di dema girtina devera Şingalê di 3ê Tebaxa borî de, ligel 100an keç û jin û zarokên din ji aliyê DAIŞê ve hatiye dîlgirtin.

Xuşka Zînê, ku niha ligel malbata xwe derbiderî Herêm Kurdistanê bûne, hejmara telefona Zînê ya di dest DAIŞê de da rojnamevanekî îtalî ji rojnameya La Repubblica, wî rojnamevanî wiha çîroka Zînê nivîsiye: “Ew bi ingilîziyek şikestî diaxive, wê dixwest xwendina xwe li Europayê berdewam bike. Zînê dibêje ku çekdrên DAIŞê ji wan re dibêjin: Bi hûrî û zelalî ji malbata xwe re bibêjin bê em çi ji we dikin!”

Di malek mezin de, ku ji aliyê gellek çekdaran ve tê parastin û cihê wê nediyare, nêzîka 40 keç û jinên Kurd ji devera Şingalê ku temenê wan di navbera 12–30 salî de ye, dijîn, di wê malê de “3 odeyên mirinê hen” ku di wan de rûbirûyê destdirêjiya çekdaran dibin “Hin çekdar jî nû ji Sûriyê digihin”, wek ku Zînê behis dike.

“Ez ji serpêhatiya xwe şerim dikim”

Çekdarên DAIŞê wek “Koleyên cinsî” ligel wan keç û jinên Kurd tevdigerin, wiha Zînê rewşa xwe tîne ziman û dibêje jî, gelek jin û keç êdî ji axeftin ketine ji ber tiştê ku hatiye serê wan “Gelek caran jî hewla xwe kuştinê didin.”

“Bi dirêjahiya rojê, di her sê odeyên mirinê de, em rûbrûyê destdirêjiyê dibin, ji aliyê çekdarên cuda ve, hin ji wan çekdaran nû ji Sûriyê digihin û destdirêjiyê li ser me dikin. Ez ji serpêhatiya xwe şerim dikim, ez nizanim çawa li welatê xwe behsa wê serpêhatiyê bikim.”

“Dema em bergiriyê li xwe dikin, da em ji destdirêjiya wan ya hovane xilas bibin, gefa kuştinê li me dixwin. Gellek caran ez hêvî dikim ku bi rastî û bi tundî li me bidin da me bikujin. Lê kesekî biwêr di nav wan de nîne, hemû newêrin nikarin dawiyê bi serpêhatiya me bînin.”

“Laşê min kuştine”!

Zînê dibêje ew bawernake di jiyanê de bimîne, lê hin car hest dike ku ew roj bi roj ji mirina xwe nêzîk dine “Heta ku ez di jiyanê de mam, tevî ez bawer nakim, ezê nikaribim vê serpêhatiyê ji mêjiyê xwe derbixim. dê heta dawiya jiyana min ev şûna eşkebce û destdirêjiyê di laşê min de bimîne.”

Zînê bi hisret hêviya dîtin û himbêz kirina dayik û bavê we dike û wiha hestê xwe bi tirs di rêya telefonê re vediguheze: “Parçek ji laşê min mirinê dixwaze da li vê de were veşartin. Lê parçek din heye ku hîn bihêviye ku karibe li ber xwe bide, heta ez karibim carek din dê û bavê xwe bibînim û wan himbêz bikim.”

Di risteya dawî de ji gotinên xwe Zînê got: “Wan laşê min kuştiye, niha rihê min jî dikujin.”

Tevî ku hewlên vegerandina Şingalê ji dest DAIŞê berdewamin, lê heta niha kes nizane dê çarenivîsa wan keç û jinên Kurd ên li cem DAIŞê dîlgirtî çawa be û bi ku de biçe.