Endamê PDK-S li Efrînê Dr. Loqman Sîdo ji medyarê re ragihand ku asayîşa PYD roja Înê bi şev êrîşî wê malê kirin û Cemaledîn Sîdo (Cemîl Îho) û ew û neviyê wî Cemîl Ehmed Sîdo (15 salî) girtin û bi xwe re birin. Çekdarên ku êrîş kirin dest danîn ser tifinga nêçîrê, û hinek tiştên PDK-S, weke makîneya kopîkirinê.
Cemîl Ehmed Sîdo (75 salî) tevî ku nexweş bû jî, û hatibû emeliyatkirin, asayîşê û YPG bi hev re ew girtin û bi xwe re birin.
Cemîl Ehmed Sîdo yek ji kesayetiyên navdar yên Efrînê ye, û sembîleke rêbaza Barzanî tê naskirin, yek ji damezrênerên Partî bû li Efrînê û pêşmergeyekî Mele Mistefa Barzanî bû, ew di payîza 1971 de, ligel hinek hevalên xwe ji aliyê rêjîma Sedam ve, li Qesir El Nihaye li Bexdayê hatibûne girtin, dema ku diçûn Barzanî bibînin, piştre li ser îsrara Barzanî û di encama veguhestina esîran de, ew roja 08.02.1972 serbest hatibûne berdan.