Serrûpel Nûçe 3 pêşmergeyên rojava li başûr şerhîd bûn

3 pêşmergeyên rojava li başûr şerhîd bûn

Belav bike

Pêşmergeyê bi pila mulazim Comerd Mişo ligel 2 hevalên xwe Silêman Hemze û Delîl Ehmed  di encama teqandina mayînekê de li Xazirê şehîd ketin.

16’ê Îlonê, çekdarên DAIŞ’ê ji gundekî Xazir vekişiyan û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê derbasî gund bûn, lê çekdaran rêya gund bombe kiribûn û bi wan Pêşmergeyan de teqiyan.
 
Pêşmergeyekî ji  got;  ‘‘Dema ku çekdarên DAIŞ’ê ji gund vekişiyan hêzek ji Pêşmergeyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê derbasî gund bûn, dema ku derbasbûn derket ku çekdaran rêya gund û çend mal jî bombe kirine û bombeyek bi Pêşmergeyan de teqiya.’‘


 
Wî Pêşmergeyî da zanîn ku ji encama teqînê de hejmarek Pêşmerge şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn. Herwiha aşkere kir ku di nav şehîdan de du efser ji Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê hene bi navê Comerd Mişo ligel 2 hevalên xwe Silêman Hemze û Delîl Ehmed ku niha li rêvebriya pizîşkê dadî li Dihokê ne. herwiha hejmarek birîndar jî bo Dihokê hatine veguhestin.

Li gor zanyariyê bi dest ketine; Îro dê seat li 12: 30 Peşmergeyê Şehit yê Rojava ji dergehê pêş xabur ve rekin Rojavayê Kurdistanê. Rojava Fm