Serrûpel Nûçe Mûrad Karayilan niha li bajarê Qamişlo ye

Mûrad Karayilan niha li bajarê Qamişlo ye

Belav bike

Mûrad Karayilan ku di nava PKK de weke Cemal jî tê naskirin û yek ji kesên nêzîkî serokê PKK Abdullah Ocalan e, cihên ku ew lê dimîne têne guhertin, û hejmareke mezin ji hêzên gerîla û YPG wî diparêzin.

Berî niha jî di nûçeyeke malpera AVESTA de de hatibû piştrastkirin ku ew carekê berê jî çûbû Qamişlo.

Jêdereke piştrast ji malpera AVESTA re got, niha berpirsiyarê maseya rojavayê Kurdistanê di nava PKK de Murad Karayilane û ew ji aliyê serokê PKK Abdullah Ocalan ve hatiye wezîfedarkirin.

Dema ku Ocalan li Şamê bû, Karayilan berpirsiyarê rojavayê Kurdistanê bû, ew salên dûr û dirêj di nava Kurdên Sûriyê de maye, û hema bêjin malan yek bi yek nas dike.

Ew di nava PKK de gelekî piştgiriya Kurdên Sûriyê dike, û Şahîn Çîlo (Mistefa) ku ji Kobanî ye û berpirsiyarê yekemîn yê PYD ye, gelekî nêzîkî Karayilan e. Şahîn ku niha li rojava li derdora Dêrîkê dimîne, berê berpirsiyarê PKK yê Ewropa bû.

Karayilan, ji bajarokê Birecikê ye, li ser sînorê Kobanî, gelek xizm û mirovên wî ji Kobanî ne.

Ew di nava PKK de, yek ji wan kesane ku xeta netewî diparêze û dixwaze her demê di nava perçeyên Kurdistanê de dostanî û xweşî hebe, her wiha xwediyê helwesteke başe li hember başûrê Kurdistanê û serkirdayetiya wê.