Serrûpel Nûçe Pêşmergeyên Mesîhî û Êzîdî têne avakirin

Pêşmergeyên Mesîhî û Êzîdî têne avakirin

Belav bike


Rêveberê ragihandin û hoşyariya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Emîd Helgurd Hikmet ji KDP.info re ragihand: “Niha yekem roja wergirtina navane û ew hêz dê di çarçoveya Hêzên Pêşmerge de bên rêk xistin, ew ji aliyê wezareta pêşmerge ve hatine agahdar kirin bo avakirina fewcek hêzên pêşmergeyên Mesîhî ser bi wezaretê.”

Hikmet got: “Hêzekî taybet bo xortên gelê Keldanî suryanî û aşûrî tê avakirinê û ji xelkê cihên dewrûberê Musilê pêk tên û amaje bi wê yekê jî kir ku hemû pêdiviyên serbazî û perwerdekirina wan ji aliyê wezareta pêşmerge tê kirinê.”

Emîd Helgurd Hikmet got: “Avakirina hêzekî weha li ser daxwaza wan û aliyên siyasî yên mesîhiyan û kelîse û xelkê mesîhî bûye. Her weha erkê wê hêzê jî rizgarkirina navçeyên Mesîhî ên ser bi parêzgeha Musilê dibe.”

Rêveberê ragihandin û hoşyariya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha jî got: “Mebest ji avakirina wan hêzan, da ku ser û male xelkê xwe biparêzin.”