Derbarê nedana alîkariya leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve bo Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAİŞ’ê de, Felah Mistefa got: ‘’Em ji vê helwêsta Tirkiyê bêhêvî bûn, herçiqas berpirsên wî welatî tekez kirin ku di warê însanî de wê zêdetir hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.’‘
Mistefa da zanîn ku ji Tirkiyê çaverêya alîkariya zêdetir dikirin û wiha axifî: ‘’Me pêşbîniya vê helwêstê ji Tirkiyê nedikir. Lê di heman demê de roj bi roj hejmara wan welatên ku alîkariyê pêşkêşî Herêma Kurdistanê dikin zêdetir dibe, em li bendê ne ku hejmarek berpirsên welatên din serdana Kurdistanê bikin, ji wan wezîrên derve yên Komara Çekê û Bilarûsya.’‘
Mistefa ji NRT re da zanîn ku dihat çaverêkirin Wezîrê Derve yê Amerîkayê serdana Herêma Kurdistanê bike, lê ji ber konferansa Parîsê ya derbarê çawahiya rûbirûbûna DAİŞ’ê de, vegere Amerîkayê û serdana Kurdistanê neke.
Derheqa şanda Herêma Kurdistanê de jî ku biryar e tevî konferansa Parîsê (15.09.2014) bibe, Felah Mistefa ragehand ku îro Serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmet biryarê li ser çawahiya şandê û pêkhateya wê didin. Bas