Muslîm bi têlefonê agahî dan nûçegihanê AAyê û got ku îdiayên wek “16 gundên Kobaniyê ketin destê DÎŞIyê” derew in û wiha diyar kir: “Tiştek wisa tuneye, xeberên bi vî şiklî derew in. Li gundên Kobaniyê şer berdewam dike. Lê tu gund neketin destê DÎŞIyê.”
Muslîm li ser pirsa “Di çarçoveya stratejiya bi DÎŞIyê re tekoşîn de, gelo DYA û welatên Rojava alîkarîya çek bidin PYDyê” got: “Di vê mijarê de hêj tu pêşveçûn pêk nehatiye.”