Serrûpel Nûçe “Alîgirên PYD li pêşiya UN êrîşî xelkê kirin“

“Alîgirên PYD li pêşiya UN êrîşî xelkê kirin“

Belav bike

Xelkê ku di xwepêşandanê de amade bû, piştgiriya Kobanî kir û ji UN xwest ku li hember êrîşên DAIŞ li ser Kobanî bêdeng nemîne.
Di meşê de peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero, ew çalakî bi awayekî zindî romal dikir. Alîgirên PYD jî aûretên serokê PKK Abdullah Ocalan rakiribûn û sloganên weke Bijî Serok Apo davêtin. Jinek ji wan nêzîkî peyamnêra Rûdawê bû û jê xwest ku weşanê neke, lê peyamnêra Rûdaw jî bersiva wê da û got hûn ew hatine cihê meşê ji bo ku dengê Kobanî bigihînin cihanê. Piştre jineke din ya PYD nêzî bû û her duyan bi hev re êrîşî Rengîn Şero kirin û xwestin bi zorê wê û ekîba Rûdawê ji wir derxînin. Tevî ku amadekarên meşê ne PYD bû jî, lê xwestin weşana Rûdawê li wir qedexe bikin. Piştre hinek ciwan li dora wan kom bûn. Beşdarekî ji yên PYD re, bihêlin bila peyamnêra Rûdawê karê xwe bike, ji nava hevalên PYD xorek nêzîk bû û boksek di serçavê wî ciwanî de lêxist û ew birîndar kir.