Serrûpel Nûçe Kadirên PDK-S êrîşî ofîsa partiya xwe kirin

Kadirên PDK-S êrîşî ofîsa partiya xwe kirin

Belav bike

Endamên Partiyê xwestin PDK-S ne bi gotina, lê bi kar tiştekî bike û tenê daxuyaniya dernexîne.
Endamên Partiyên ji serokatiya partiya xwe ku heta niha dengek ji wan derneketiye û her yek ji wan bi aliyekî de çûye, li meydanê diyar nabin û weke ku tiştê li Kobanî dibe ne xema wan be, endaman ji wan xwestin li meydanê diyar bibin û tiştekî bikin.
Endaman pankar rakirin û gorin: Rêbaza Barzanî ewe ku serkirde li pêş bin!
Piştre bi derengê şevê re, endamên Komîteya Navendî ya PDK-S Norî Birîmo ji asayêşê re telefon vekir û ji wan re got werin xwe bigihînin min, endamên Partiyên hatine wê min biêşîni, Asayîş hat û endamên Partiyê ji ofîsê bi dûrxistin.
Endaman gotin heta ku serokatiya partiyê ev serokatî be û tenê serokatiya derxistina daxuyaniyan be, ewê bêdeng nemînin.