Xwestineke dilșewat, miletperwerî ye.
Di wî warî da hê înformasiya rast nîne, yan ez haj nînim û min jî nikaribû bersîva rast bida wî cwamêrî.
Nêzkaya meh nîvekê li ser wan bûyarên tiragîk ra derbas bûne, çawa di her pirsgirêka da usan jî di wî warî da hê înformasiyake pakî, rast û fermî nîne.
Hê serda kê diçe û ji wê derê vedigere dibêje, ku tu karekî rêk û pêk nayê kirin, tu organîzasyoneke rastî ku karê wan koçberê bê cî star va pakî mijûlbe nîne, dilêșî û xemxurî ne alyê serokatî û hukumata heremê ne jî dewleta Îreqê da nîne.
Rastî jî qedera wan zaroka wê çawa be ?
Hinek xilazbûna wan anîna Ewropayê da dibînin. Gelo anîna Ewropayê çareserî ye ?
Eyane ku pirsgirêka dê-bavan û zarokên wan di nav civakên kêmjimar yên wek Êzdiyan di welatê Ewropayê pirsgirêkeke here xweya ye. Malbetan ra zarokên xwe bi ruhê netew û bawariya xwe, zimanê xwe perwerdekirin pir dijwer e.
Komkujiya Ermeniya yan salên 1915-1920 da halekî wa çê bûbû. Bi hezara zarokên sêwî, bêxweyî li gund û bajarê Êrmenistana îroyîn bela bûbûn, geleka ji bêçariyê, bê mecaliyê nikaribûn zarokê xwe jî xweyîkin, derfetên tundurustiyê û xizmetguhdariyên tunebûn. Ji birçîbûnê, nexweșiyan, bêstarbûnê zaroka teyax nedikirin dimirin. Di nav wan zaroka da zarokên Êzdiyan jî pir bûn. Êzdiyên Serhedê jî wek Ermeniyan ketibûn ber șûrê wê komkujiya reș.
Serokatiya Êrmeniya ya wê demê ji bo zarokên xwe unda nekin çareserkirina pirsgirêkê ya here rast vekirina sêwîxana didîtn. Dewletên biyanî Amêrîkayê û hinek weletên din bajarên Ermenistanê da sêwîxane vekirin.
Sêwîxana da boy halê demê mecalên baș yên jiyanê û perwerdê hatin çêkirin. Gelek koçberan, ku zarokên xwe ji mirinê rizgar bikin mecbûr zarokê xwe dibirin dispartine wan sêwîxana. Zarokê wan sêwîxana pașwextiyê bûne nivîskar, zanyar, rewșenbîr, siyasermendar, pêșekzanên komarêye berbiçav û di șênbûna Ermenistanê da roleke mezin lîstin…
Di wan sêwîxana da ronakbirên kurdaye mezin Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Casimê Celîl, Zeyneba Îbo û gelekê din jî mezin bûn…
Pêșinyara min ewe ku Șengal zarokê xwe unda neke. Ew zarok hebûn û beșek ji pêșîroja Șengalê ne. Eger ew dinyayê bela bûn wê undabin. Pêwîste wan ji Bașûr, cî û warê kal-bavê wan dernexin. Ji bo wan zarokan çend gund û bajarên Kurdên Êzdî yên Bașûr da sêwîxaneyên modêrn, bi mecalên dema nihaye baș bên avakirin. Sêwîxanê usan ku mecalê wan yê jiyanê, perwerdê, xizmetgudariyê ji yê malbetan danexin.
Komele, malbet, șexsiyetên Kurdên Êzdî /û ne tenê Êzdî/ yên welatparêz jî ji welatên Ewropayê, Rûsiyayê, Amêrîkayê û ciyê din karin șêfîtiya alîkariya xweyîkirina wan sêwîxana hildin ser xwe. Ewê xizmeta here mezin be.
10-09.2014