Serrûpel Nûçe Kobanî: Agahiyên nû li ser bombekirina DAIŞ

Kobanî: Agahiyên nû li ser bombekirina DAIŞ

Belav bike

Îro danê sibê derdora saet 6:00, balefirên şer yên Amerîka û hêzên hevpeyman wargehên DAIŞê li gundewarên rojhilatê bajarê Kobanî dan ber bombeyan.

 

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku îro danê sibehê balefirên şer cih û wargehên DAIŞê li gundên Elîşar, Merde Simêl û gundê Sêtelpê li nêzîkî bajarokê Şêranê bombebaran kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê her wiha diyar kir ku encamên êrişên balefiran li ser cih û wargehên DAIŞê li rojavayê bajarê Kobanî ta vê demê nediyar in.

 

Li aliyê başûrê bajarê Kobanî jî, şer û pevçûn li derdora gundên Rovî û Êduqê di navbera çekdarên DAIŞê û YPGê de berdewam dikin û encama kuştî û birîndaran li wî alî nediyar e.

 

Li aliyê rojavayê bajarê Kobanî jî, şer û pevçûn li derdora gundên Sûsanê ûSiftekê di navbera çekdarên DAIŞê û YPGê de berdewam dikin û DAIŞ ji wan gundan de bi tankan çeperên YPGê topbaran dike, di encamê de tankeke DAIŞê ji aliyê YPGê ve hatiye rûxandin.

Rûdaw