Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî ji nêzîk ve Kobanî dişopîne

Nêçîrvan Barzanî ji nêzîk ve Kobanî dişopîne

Belav bike


Nûnerê ofîsa Serokwezîr Barzanî, Cewad Siyamend ji BasNewsê re ragihand ku, li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî, ev çend rojin ew şand li nav koçberên Rojavayê Kurdistanê li sînorên Sirûc û Riha û Entabê digerin, da ji nêzîk ve agehdarî rewşa xelkên Kobanê bibin.

Cewad Siyamend got jî: “Me pêwîstiyên wan koçberan tomarkirine û tiştê ji dest me bê emê ji bo lêqewimiyên Kobanê û gundewarên wê, ku 360 gunde, bikin.”

Navborî balkişand ku serok û serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê–Tirkiye û hejmarek ji endamên serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê–Sûriyê ligel şanda nivîsgeha Serokwezîr Baraznî serdana koçberan dikin.

Siyamend aşkere kir jî ku, niha rewşa koçberên Kobanê li Tirkiye gelekî xirabe, cihê mayîna wan nîne û beşek mezin ji wan li ser cade, di nava mizgeft û dibistan û park an de dirazin.

Nûnerê ofîsa Serokwezîr Barzanî got jî: “Nêçîrvan Barzanî bi heydarî li rewşa Kobanê dinêre û her titşê di karîn û şiyana Herêma Kurdistan û PDK de hebe, dê pêşkêşî koçber û lêqewimiyên Kobanê bikin. Lewma em hemû hewlên xwe dikin da bi hemû awayan alîkariya xelkê bikin, alîkariyên me jî ji pêwîstiyên serekî yên jiyana rojane pêk tên. Ligel pêkanîna çendîn tîmên pizîşkî û hawarçûn û alîkariyên mirovî hatine pêkanîn bo xizmeta koçberan û ew tîm dê berdewam bin heta rewş bi vî awayî be.” Bas