Serrûpel Nûçe Pêşmergeyan Rebîeya Musilê ji dest DAIŞ girtin

Pêşmergeyan Rebîeya Musilê ji dest DAIŞ girtin

Belav bike

Îro danê sibê hêzên Pêşmerge dest bi êriş û operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê yên li nahiyeya Rebîe ya Mûsilê kirin.

Fermandarê Hêza Destweşên a Pêşmerge Şêx Ehmed Mihemed ji nava Rebîeyê ji Rûdawê re ragihand: “Rebîe bi temamî ket destê Hêzên Pêşmerge.”

Şêx Ehmed Mihemed wiha domand: “Operasyona me vê sibehê dest pê kiriye, di serî de me gundên Mehemûdiye û Siûdiye xistin destê xwe û pişt re me berê xwe da Rebîeyê, heta Şingalê em nasekinin.”

Wî fermadarê Hêzên Pêşmerge kontrolkirina Rebîeyê bi girîng zanî û wiha got: “Kontrolkirina Rebîeyê rê li pêşiya kontrolkirina Şingal û Zumarê jî vedike.” Rûdaw