Rêvebirê Ragihandin û Hişyariya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Helgurd Hîkmet ragihand ku li sînorê Rojava û Başurê Kurdistanê îro sibe zû êrîşan dest pê kiriyê û wiha got “Îro danê sibehê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li Zumar û Rebîayê dest bi êrîşeke berfereh ya bejayî bo ser bereyên DAIŞ hatiye kirin û 30 xalên jêr destê DAIŞê hatine kontrolkirin.”
Helgurd Hikmet ji Kdp.infoyê re ragihand, “Her du gundên Mehmudiyê û Sediyê ku dikevin bakûrê Zumarê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatiye kontrol kirinê û niha em berbi bajaroka Rebîa ve diçin.”
Rêvebirê Ragihandin a Wezareta Pêşmerge Hîkmet li ser mebesta pêşmergeyan jî wiha got, “Armanca êrişên Pêşmerge bo kêmkirina metirsiya çekdarên DAIŞê li ser Kobanê ye û herwiha bo wergirtina wan navçeyên li hêj destê DAIŞê de ne.” Rûdaw