AVESTA KURD – Ebû Omer El Şîşanî, ku ji Çeçenistanê ye, operasyonên DAIŞ li dijî Kobanî bi rêve dibe. Ew di sala 1986 de li Gurcistanê ji dayîk bû ye. Berê navê wî di nava grûpên Îslamî de Çeçek bû, piştî ku hate Sûriyê navê wî bû Ebû Omer El Şîşanî. Navê wî yê rastîn Tarkhan Batirhvili ye. Niha jî Kobanî daye ber topan û fermandariya çekdarên DAIŞ dike.