Dîsa dibejim: Em li dû gotinên ji daholan mezintir nekevin, neçin întîharê di bin navê qehremaniyê de. Gelek zarokên siyasetê hene govendên „qehremaniyê“ digirin. Divê mirov guh nede wan. Ya herî girîng ew e mirov jiyana bi sedan xort û keçên li Kobanê, ku di bin çekan de ne, biparêze, wan neşîne mirinê.
Emê çima bikevin şerê kolanan? Ji bo em Kobanê biparêzin? Ji xwe ger em çûn wê kêliyê Kobanê namîne, Kobanê dibe xwelî, wêrane dibe. Yanî emê hem canan bidin hem malan? Me 300 gund berdane ne eyîb e lê em bajêr berdin eyîb e? Ev chi mentiq e? Ev tenê mentiqê Ronahî tv ye. Heger mirov vê yekê ji vê kêliyê û shûn ve bike, bi yek gotinê, întîhar e. Mafê kesekî tune ye zarokên me, xwîshk û birên me bi propogandayên vale bishîne întîharê. Bi propogandayên weke “welat, berxwedan, namûs, sheref” nabe mirov ciwanên xwe li ser mirinê de bishîne. Ger fersenda derketinê hîn heye, divê were girtin. Ma te berê chiyayek an jî geliyek, an jî gundek û bajarek li Bakûrê Kurdistanê girtiye û tê de asê mayî? Nexêr! Kengê dijmin bi tank û topan li ser te de hatiye tu derketî. Kengî hêza dijmin ji ya te mezintir bû ye, tu shûn ve kishiyayî. Chima ev yek îro nabe? Chima ev ji bo Kobanê nabe?