MIT ji Salih Mislim got, wa berî salekê ji ji wî re gotin ku pêwendiyên xwe bi rêjîma Sûriyê re qut bikin, bi serê xwe tevnegerin, li ser sînorê Turkiyê xeterê çênekin, Kurdên din bi xwe re bikin şirîk, û pêwendiya xwe ji PKK qut bikin. Eger ku Tirkiyê dît PYD ew merc pêk anîn, dibe ku pêre bide û bistîne.
Li aliyê din cîgirê serokwezîrê Tikriyê Bulent Arinc got, ka rêjîmê ji PYD re çi kir, dîsa Tirkiyê deriyê xwe ji xelkê Kobanî re vekir, pêwendiyên PYD bi rêjîma Esed zerar gihand Kurdna û PYD mala xelkê Kobanê xerab kir…
MIT ji Salih Mislim re gotiye ku “pêwendiya we bi rêjîma Sûriyê re û zilma we li ser Kurdên ku alîgiriya we nakin, bû sdema ku ev tişt were serê xelkê Kobanî û mala wan xerab bibe..:”