Kurdên Bakurê Kurdistanê duh daketin kolanan da ku helwest û bêdengiya Tirkiyeyê li hember bûyerên Kobaniyê şermezar bikin. Lê xwepêşander rastî êrişên polîsan hatin.
Vê sibehê, piştî ragihandina kuştina 5 kesan di pevçûnên şevê din de li Amedê, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn gihîşt 14 kesan.
Li gorî agahiyên peyamnêrên Rûdawê li Bakurê Kurdistanê, 8 xwepêşander li Amedê, 2 xwepêşander li Mardînê, 2 li Sêrtê, yek li Batmanê û yek li Mûşê jî jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber van bûyeran, li Mardîn, Hekar, Wanê û çend bajarên din yên Bakurê Kurdistanê zanîngeh û dibistan 3 rojan tên girtin. Rûdaw