Serrûpel Nûçe “Erdogan dixwaze Kobanî bikeve destê DAIŞ”

“Erdogan dixwaze Kobanî bikeve destê DAIŞ”

Belav bike

Karayilan got, di seeta dawiyê de Erdogan mudaxele kir û ketina Kobanî ji xwe re kirine armanc.

Fermandarê HPG diyar kir dema Erdogan DAIŞ û PKK dike weke hev, ev jî tê wateya ku Erdogan çareseriyê naxwaze.

Karayilan bal kişande ser wê yekê ku armanca DAIŞ ne avakirina dewleteke îslamî ye, lê armanca wê tunekirina Kurdan e,  ji xwe Kurd ji aliyê Tirk, Îranî û Ereban ve di bin zilmê de ne.

Murat Karayilan her wiha got, weke ku me bihîst berî çend rojan hevserokê PYD Salih Mislim ji aliyê Tirkiyê ve hate vexwendin, saz dane wî, lê ew soz pêk nehatin, 5 roj di ser re derbas bûn û heta niha jî Tirkiyê tu sozên xwe pêk neanîne.