Serrûpel Nûçe 5000 koçberên Kobanî hatine Kurdistanê

5000 koçberên Kobanî hatine Kurdistanê

Belav bike


Piştî wêya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar da ku xelkê Kobanê dikarin bi rêya Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl bên nav axa Herêma Kurdistanê, hejmareke zêde ya koçberên Kobanê ku ji tirsa êrîşên DAİŞ’ê çûbûn Tirkiyê, niha tên Herêma Kurdistanê.

Di vê derbarê de Rêveberê Asayîşa Gumrika Îbrahîm Xelîl Ebdulwehab Mihemed agahî dan medyayê û got: ‘’Piştî biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku gotibû koçberên Kobanê dikarin bên Kurdistanê, hejmareke zêde ya koçberên Kobanê niha hatine Herêma Kurdistanê.’‘

Derheqa hejmara wan koçberan de jî Ebdulwehab Mihemed wiha axifî: ‘’Heta niha 5 hezar koçberên Kobanê hatine nav axa Herêma Kurdistanê. Ji wan 500 kes bi awayekî neyasayî û 4 hezar û 500 jî bi awayekî yasayî gehiştine nav axa herêmê. Herwiha hatina koçberên Kobanê bo Herêma Kurdistanê jî berdewam e.’‘

Ev nêzîka mehekê ye ku çekdarên DAİŞ’ê êrîşên xwe bo ser bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û ji tirsa van êrîşan jî heta niha nêzîka 200 hezar Kurd ji Kobanê û derdora wê koçberî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûne û hejmareke zêde jî hatine Herêma Kurdistanê.

Ji aliyekî din ve jî şerê di navbera şervanên Kurd û çekdarên DAİŞ’ê de li Kobanê berdewam e. Li gor YPG’ê heta niha hejmareke zêde ya çekdarên DAİŞ’ê hatine kuştin û birîndar kirin, lê çekdarên DAİŞ’ê dixwazin ji çar aliyan ve Kobanê dorpêç bikin û şervanên Kurd jî rûbirûyê wan dibin. BAS