Serrûpel Nûçe “Êrîşên diçin ser DAIŞ li Kobanî bi hemahengî dibin“

“Êrîşên diçin ser DAIŞ li Kobanî bi hemahengî dibin“

Belav bike

Îro li Silêmaniyê civîna PDK û YNKê hat lidarxistin. Piştî civînê ku taybet li ser nakokî û pêwendiyên her du partiyan hatibû lidarxistin, Cîgirê Serokê PDKê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar li ser naveroka civînê agahî dan rojnamevanan.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa Kobanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê li hember rewşa Kobanê xemsar nebûye û da zanîn, Herêma Kurdistanê çek û cebilxane ji Kobanê re şandine lê ji ber şert û mercên cografî nikarin hêz bişînin.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku êrişên hewayî yên ku ji aliyê balafirên şer ên Amerîka û hêzên hevpeyman ve li dijî çekdarên DAIŞê yên li Kobanî tên kirin, bi hemahengiya navbera Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya navdewletî tê pêkanîn.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî eşkee kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî mijûlî wê yekê ye ku alîkariya civaka navdewletî bo Kobanî bidest bixe.

Li ser pêwendiyên navbera YNK û PDKê jî ku tê gotin pir aloz bûye, Nêçîrvan Barzanî û Mela Bextiyar anîn ziman ku divê pêwendiyên her du partiyan xurt û bihêz bibe û dan zanîn, di civînê de biryar hat dayîn lêjneyek were avakirin ji bo ku pêwendiyên her du partiyan li ber çavan re derbas bike.

Mela Bextiyar her wiha got ku ew heta niha jî girêdayî “rêkeftina stratejîk” a navbera YNK û PDKê ne.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku “Hewlên me bo Kobanê berdewamin, ji ber ku bombebarankirina binke û pêgehên DAIŞê li Kobanê bi hemahengiya me bû, di heman demê de alîkariyên me yên leşkerî jî hebû û me alîkarî kiriye.”

Derbarê rewşa mirovî de jî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got: “Me deryên xwe vekirine da burayên me yên ji Kobanê çûne Tirkiyê, ji wê de werin Başûrê Kurdistanê.”

Nêçîrvan Barzanî got: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser xetê ye daku her çi pêwîst be bê kirin bo bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê.

Derbarê pêwendiya li gel Tirkiyê jî Nêçîrvan Barzanî got: Çi pêwendiyekî me yê şexsî li gel Tirkiyê nîne û ewê ku heye pêwendiya Herêma Kurdistanê ye li gel Tirkiyê.