Serrûpel Nûçe “Partiyeke weke PDK ji bakur re lazim e“

“Partiyeke weke PDK ji bakur re lazim e“

Belav bike


Di vê derbarê de Ocalan ji BasNewsê re got: ‘‘Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek serokekî neteweyî dibînim, PDK`ê jî wek dayîka bizava netewî ya Kurdistanê dibînim, ligel vêna jî rexneyên min hene, lê dîroka neteweya rizgarîxwaz a Kurdistanê ji malabata Barzanî û PDK’ê heta niha xizmeta herî mezin bo doza neteweya Kurd kiriye û ji sed salî ve wiha bûye navenda bizava neteweyî ya Kurd û PDK’ê ev rol berfirrhtir kiriye, lewra ez xwe pir nêzîkî PDK’e dibînim, lê niha ne endamê wê partiyê me, tenê dostekî wê û malbata Barzanî me û li ser vê bingehê jî, xizmeta bizava netewî ya rizgarîxwaz a Kurdistanê dikim.’‘

Derbarê fikra damezrandina partiyeke siyasî ya mihafezekar de ji aliyê çend kesayetiyên siyasî li Bakurê Kurdistanê, Ocalan got: ‘‘Niha li Bakurê Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistanê heye û xwedan cîyekî berfireh e, li Bakurê Kurdistanê bo karê hizbî pêdivî bi partiyeke mihafezekar heye, lewra eger jîngeha siyasî rê bide dixwazim hizbeke siyasî ya mihafezekar dabimezrînim.’‘

Herwiha navborî da zanîn ku ew li Başurê Kurdistanê piştîvaniyê li helwêsta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike û axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Niha li Bakurê Kurdistanê 3-4 partî bi navê Partiya Demokrata Kurdistanê hene, lê rewşa Bakurê Kurdistanê pêdivî bi siyaseteke bi wî awayî tune û bê encam bûn, lewra niha rewşa Bakurê Kurdistanê pêdivî bi partiyeke wek PDK’ê bi serokatiye Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd  Barzanî heye, daku doza Kurd li Bakurê Kurdistanê ber bi pêş de bibe.’‘ BAS