Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim di daxuyaniyeke taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got em li ser daxwaza Barzanî li Duhokê lihev civiyan û di civênên sibe navbera her yek ji TEV-DEMê û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê birêve diçin, çend komîte tên avakirin bo şopandina pirsa Rojavayê Kurdistanê.
Salih Mislim got ku ew geşbîn e ku wê civîn erênî bin û tekez kir ku ew li dijî navçeya ewle ne ya ku Tirkiye dixwaze weke berbestekî navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê ava bike.
Herwiha Serokê PYDê Mislim tekez kir ku divê navbera kurdan alîkarî û yekîtiya kurdan mecburî ye.
Li ser helwesta Mesûd Barzanî jî , Salih Mislim got helwesta Barzanî li hemberî Hewlêr û Kobanî weke hev bû.
Mislim herwiha ragihand ku DAIŞ bo şerê kurdan datiye çêkirin û Tirkiye jî planeke wê ya dîrokî beramberî navçeyên kurdî heye. Rûdaw