Serrûpel Nûçe Kî ji kê çi dixwaze?

Kî ji kê çi dixwaze?

Belav bike


Duh, 15ê Cotemhê, Endamê Konseya Rêveber a TEV–DEMê Aldar Xelîl ji BasNewsê re ragihand bû ku, ew ligel şanda ENKS li ser pêkanîna komîteyeke 6 kesî rêkeftine, ji bo amadekirina reşnivîsekê da bibe bingeh ji danûstandinên wan re.

Derbarê wê komîteyê de, endamê ENKS Ehmed Silêman ragihand bû ku, her aliyek dê 3 endamên wî di komîtyê de hebin, dê her aliyek nêrîn, pêşniyar û daxwazên xwe di reşnivîsekê de binivîsin û pêşkêşî aliyê din bike, da danûstandinên hevbeş li ser bên kirin û her du alî bighin rêkeftinekê.

Ji aliyê ENKS ve her yek ji Ehmed Silêman, Siûd Mela û Feysel Yûsif endamê komîteya amadekirina reşnivîsê ne, ji aliyê TEV–DEMê ve jî her yek ji Aldar Xelîl, Sînem Mihemed û Mihemed Mûse endamên wê komîteyên ne, lê heta niha BasNewsê nikariye ji aliyê TEV–DEMê ve navê endamên wê di komîteya navburî de piştrast bike.

Çavkaniyeke taybet ji nava civînên ENKS û TEV–DEMê, ku li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê ji roja pêr 13ê Cotmehê ve dest pê kirine, ENKS di reşnivîsa xwe de ya ku pêşkêşî şanda TEV–DEMê kiriye, amaje bi van xalan kiriye:

1– Avakirina lêvegerek siyasî Kurdî li ser bingeha lihevkirinê. Berî niha jî çavkaniyeke taybet ji BasNewsê re aşkere kiribû ku ENKS û TEV–DEM bi niyazin desteyek siyasî hevşêweyê Destya Bilind a Kurdî, ya hilweşayî, pêk bînin, lê dibe ku heta niha rêkeftin li ser desthilat û hejmara endam û mîkanîzima karê wê komîteyê pêk nehatibe.

2– Avakirina serkirdatiyeke leşkerî ya hevbeş ku girêdayî lêvegera navburî be.

3– Biryara aştî û şer li Rojavayê Kurdistanê di dest lêvegera siyasî de be.

4– Dubare avakirina rêveberiyek xweser, li ser biingeha hevbeşiya rasteqîne.

5– Ragirtina yasaya partiyan û yasaya leşkerkirina neçar li Rojavayê Kurdistanê.

6– Berdana girtiyên siyasî û kesên ku li ser bîr û baweriyên xwe hatine girtin.