Serrûpel Nûçe Komîteyek ji 6 kesan pêk hat

Komîteyek ji 6 kesan pêk hat

Belav bike


Yekemîn civîna di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civakên Demokratîk (TEV–DEM) de, ku îro Çarşemê danê sibehê dest pê kiribû, bidawîhat, her du alî jî li ser pêkanîna komîteyeke 6 kesî rêkeftin.

Endamê ENKS Ehmed Silêman ragihand ku, komîte ji 6 kesan pêk tê û her aliyek dê 3 endamên wê di komîteyê de bin, erkê wê komîteyê jî amadekirina reşnivîswkê ye li ser bingeha rêkeftina Hewlêrê, ku di Tîrmeha sala 2012an de hatibû îmzekirin, herwiha li ser bingeha rêkeftina Hewlêr2, ku di 24ê Kanûna sala burî de navbera ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de hatibû îmzekirin.

Silêman zêdetir got: “Dê ew komîte xalên ku heta niha pêwîstî pê heye ji rêkeftina Hewlêrê bixin nav reşnivîsê de.”

Ji aliyê ENKS ve dê her yek ji Ehmed Silêman, Siûd Mela û Fêsel Yûsif di nav wê komîteyê de bin, ji aliyê TEV–DEMê ve jî heta niha navê endamên wê di komîteya amadekirina reşnivîsê de nehatina aşkere kirin.

Ji aliyek din ve Endamê Konseya Rêveber a TEV–DEMê Aldar Xelîl ji BasNewsê re da zanîn ku, dê her aliye nêrîn, pêşniyar û daxwazên xwe di wê reşnivîsê de binvîsin.

Aldar Xelîl got: “Niha rewşek nû di rojevê de ye, piştî pêkanîna rêveberiyên xweseriya demokratîk û şerê li dijî DAIŞê.”

Wî endamê Konseya Rêveber a TEV–DEMê hêvî xwest ku her du alî karibin bighêjin rêkeftinekê.

Berpirsê Doseya Rojavayê Kurdistanê li Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hemdî Derbendî ji BasNewsê re aşkere kir ku: “Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê EGRK soz dan Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku, ew bê rêkeftin ji civînan dernakevin.”

Derbarê komîteya ko bo amadekirina reşnivîseke rêkeftinê de hatiye pêkanîna Derbendî wih got: “Dê reşnivîs îro bê nivîsandin, da her du alî li ser rêkbikevin, lê heta niha nediyare bê civîn kengî bidawî tên.”

Di civînên ENKS û TEV–DEMê de, di aliyê siyasî de pirsa Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk, ku di Çileya burî de hatine pêkanîna û heta niha ENKS red dike ku itîrafê bi wan bike, û di aliyê leşkerî de pirsa pêkanîna hêzek leşkerî ya hevbeş navbera her du aliyan de li Rojavayê Kurdistanê, xalên herî serekî û herî aloz bin. BAS