Serrûpel Nûçe FALŞ: Salih Mislim ligel Emerîkiyan rûnişt

FALŞ: Salih Mislim ligel Emerîkiyan rûnişt

Belav bike

Îro saet 13.50 dema Hewlêrê Salih Mislim ji otêlê derket û çû bi şandeke Emerkî re civiya.

Hinek jêderan ji AVESTA re diyar kirin ku Emerkiyan ji PYD xwestine ku her tiştî bi hemahengî ligel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bikin, û eger ew û aliyên din yên Kurd li hev bikin ewê jî ji aliyê xwe ve bibin alîkar.

Her wiha rayedarên Emerîkî diyar kirine ku nabe PYD tekalî li rojavayê destelatdar be û aliyên din yên siyasî berteref bike.

Yek ji xalên din jî pêwendiya PYD û rêjîma Sûriyê bû ye, Emerîka dilsariya xwe li hember wan pêwendiyan anîye ziman.

Her wiha berî niha rayedarên Emerîkî û Ewropî ji nûnerên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê gotine hêza xwe bikin yek emê jî alîkariya we bikin.

Berdevka wezareta derve ya Emerîka Jen Psaki gotibû, hefteya derbasbûyî raste rast ligel PYD hevdîtinû pêk anîne.

Hevdîtina li Duhokê ya di navbera Salih Mislim û şanda Emerkî de li ser daxwaz û navbêkariya serok Barzanî de çêbû.