– Demekê ciwan xwediyê gotinê bûn, ji Efrînê heta bi Dêrîka Hemo, Kobanî, Amûdê, Qamişlo û Serê Kaniyê, tevgera ciwanan partiyên siyasî li pey xwe hîştibûn û biryar bi dest xwe ve anîbûn, bûbûn hêviya xelkê.
– Çi hate serê wan, Tevgerek bû 10 tevger, ciwan jî weke partiyên siyasî, ji hev ketin û perçe perçe bûn.
VÎDYO
.png)
– Ciwanên ku berê di bin yek sîwanê de bûn, niha bûne neyarên hev.
– Hinek ji wan dibêjin PYD destê xwe xiste nava wan û ew perçe kirin.
– Hinek dibêjin PDK, hinek dibêjin PKK, hinek jî wan ciwanan weke murtezeqeyên Erdogan bi nav dikin
– Kê ew derbe li wan da û ew dane aliyekî û bê rol hîştin?
– Binêrin ji duh ve civînek li Duhokê di navbera ENKS û PYD de berdewam dike, lê yek nûnerê ciwanan jî têde tune ye.
– Kî bû sebeb ku niha ciwan tenê bi nav bimînin, û ne di nava siyasetê de, ne jî di nava tevger û xebatê de, li ser erdê tu rolek ji wan re nemîne.
Mêvan:
Sîpan Seyda (Çalakvan)
Serdar Oskê (Çalakvan)