Nûçegihanê Rûdawê ji cihê civînê ragihand ku saet 20:30 careke din her yek ji Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û TEV-DEM li hev civiyan û li ser parvekirina kursîyan di lêvegera siyasî de li hev kirin.
Nûçegihanê Rûdawê got ku herdu alî li ser parvekirina kursiyên di lêvegera siyasî de gihiştin encamekê û wê 40% ji ENKSê re be, 40% ji TEV-DEMê re be, 10% ji hin aliyên ku TEV-DEM destnîşan bike û 10% jî bo aliyên ku ENKSê diyar bike.
Nûçegihanê Rûdawê anî ziman ku îşev wê herdu alî forma lêvegera siyasî gotûbêj bikin û sibe jî wê behsa birêvebiriya xweser bikin.
Berî niha ENKS digot divê parvekirina postan 50 bi 50 be lê TEV-DEMê gotibû divê 40 bi 40î be û 20 jî ji partiyên di nav birêvebiriya xweser de be lê ENKSê ew yek red dikir û digot ku partiyên di birêvebiriya xweser de nêzîkî TEV-DEMê ne.
Di civînan de herdu alî li 3 xalên sereke gotûbêjan dikin ku ya yekem destnîşankirina lêvegereke siyasî ye û ya duyem jî pirsa birêvebiriya xweser e û ya sêyem jî avakirina hêzeke hevbeş li Rojavayê Kurdistanê ye.
Tê zanîn ku ev 3 roj in her yek ji Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li aliyekî û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û partiyên nêzîkî wê li aliyê din li bajarê Duhokê di bin serperiştiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hev dicivin da ku nakokiyên di navbera xwe de bidawî bînin. Rûdaw