Serrûpel Nûçe “3000 pêşmergeyên ENKS hene”

“3000 pêşmergeyên ENKS hene”

Belav bike

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan yê Herêma Kurdistana Iraqê Cabbar Yawer diyar kir ku perwerdeya leşkerî didin hêzên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Netewî ya Kurd a Sûriyeyê (ENEKS) ku alîkarîiyê bidin kurdên li bakurê Sûriyeyê.

Yawer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: “Em li ser axa xwe nêzî 3 hezar hêzên çekdar ên girêdayî ENEKSa ku li rojava çalak e, perwerde dikin. Heke Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û partiyên din ên siyasî li hev bikin dê ‘pêşmergeyên rojavayî’ herin Sûriyeyê tevlî şer bibin.”

Yawer der barê şerê li dijî DÎŞIyê dikin de agahî da û got ku dema ew aliyê parastinê bûn DÎŞIyê gelek herêm dagir kir, ji ber vê yekê pêşmergeyan pozisyon û stratejiya xwe ya şer guhert û bûn aliyê ku êrîş dike.

Yawer got ku bi saya guhertina pozisyonê herêma Rebîa, Mexmûr, Guwer, Dîbege, Bendava Mûsilê, qismekî Zûmarê, derdora Tûzxûrmatûyê, bajaroka Amîrlî, Silêmanbeg û Pîrdeyê, gelek cihên li qûntara Çiyayê Hemrînê ji destê DÎŞIyê derxistin.

Yawer qal kir ku welatên wekî DYA, Îtalya, Awustralya, Fransa, Qanada, Lîtvanya, Macaristan, Bulgaristan, Mîrektiyên Yekîtiya Ereban, Erebistana Siûdî, Urdun alîkariya çekan dan û der barê alîkariya çekan de wiha got: “Berê jî Birêz Barzanî daxuyandibû ku Tirkiyeyê ji pêşmergeyan re çek şand. Lê belê em li benda alîkariyeke hê mezintir û zêdetir bûn.”

Yawer got ku ji bo bikaranîna çek, amûrên ji bo lêgerîna mayinan û antîtankên ku welatên dost ji me re şandin, em niha pêşmergeyan perwerde dikin.

Yawer destnîşan kir ku dê li gor madeya 140emîn a Zagona Bingehîn a Iraqê tevbigerin û heta ku hemûyê axa herêma Kurdistanê xilas bikin dê têbikoşin.

ENKS bi nêzikbûna xwe ya Barzanî tê zanîn. Partiyên ku di bin banê ENKSê de ne li bakurê Sûriyeyê çalak in. Lê belê partiyên herêmê diyar dikin ku ji ber çewisandina PYDyê nikarin bi azadî tevbigerin.

Barzanî li Dihokê bi Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, nûnerên Koalîsyona Neteweyî ya Kurdan a Sûriyeyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re civiya. Tê payîn ku helwesta partiyan piştî civîna li Kobanêyê tê lidarxistin diyar bibe.