Serrûpel Nûçe 2000 pêşmerge wê biçin Kobanî

2000 pêşmerge wê biçin Kobanî

Belav bike


Di demjimêrên balefirên kargo yên Amerîkayê çek û teqemenî yên Herêma Kurdistanê gehandin çekdarên Kurd ên Kobanê, hat gotin ku Tirkiyê sînorê xwe ji Pêşmergeyan re vekiriye da derbasî Kobanê bibin. Li gor îdîayê, di 9 rojên pêşiya me de wê 2 hezar Pêşmergeyên perwerdekirî bo bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bên şandin ku niha ji aliyê DAİŞ’ê ve hatiye dorpêçkirin. Veguhestina ku di bin çavdêriya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de dest pê kiriye, dê ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wayekî koodîne birêve biçe.

Di dema veguhestinê de wê hewl bê dayîn ku dîmenên bi çek û ala Kurdistanê neyên xwiyakirin. Ji bo veguhestinê tê gotin ku cihê derbasbûnê jî hatiye destnîşankirin. Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ku dê xeta İrnex-Mêrdîn- Murşîtpinar-Riha û Aligor bikar bînin, dê li Deriyê Sînor ê Murşîtpinar aliyê Sûriyê bên bicîh kirin. Kelûpelên tibbî û însanî yên Pêşmergeyan ku dê li sînorê aliyê Tirkiyê bên temîn kirin, çek û teqemenî jî dê di ser heman sînorî re bo aliyê din ê sînor bên veguhestin.

Sîstema GPS gehişt û bombardimanê dest pê kir

Ji Hêzên YPG’ê yên ser bi PYD’ê re ku zêdeyî 30 roj e şerê çekdarên DAİŞ’ê dikin, alîkariya xwerak û derman ji aliyê Tirkiyê ve tê temîn kirin. Li gor çavkaniyên Kurdî yên navçeyê, du hefte berê 12 tirên tejî kelûpelên leşkerî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve di ser Tirkiyê re bo YPG û berpirsên Artêşa Azad a Sûriyê hatin şandin. Amerîka û Hêzên Hevpeyman piştî wêya DAİŞ’ê hewl da Kobanê bigire ketin tevgerê û hat îdîakirin ku cara yekem sîstema bêtêlê di ser Tirkiyê re ji Kobanê re hatiye şandin. Tê gotin ku piştî 7 sîstemên GPS’ê yên koodînatan didin balefiran ji berpirsên YPG’ê re hatin şandin, operasyonên esmanî bo ser pêgehên DAİŞ’ê dest pê kirine.

Artêşa Azad ji bo piştgiriyê çû

Amerîka di 4 hefteyan de ji hewayê 135 operasyon bo ser pêgehên DAİŞ’ê yên li Kobanê pêk anîne, lê dema hat dîtin ku DAİŞ wek dihat çaverêkirin paşde venekişiye, hewldanên şandina Hêzên Pêşmerge zêde bûn. Tê gotin ku ji bo veguhestina Pêşmergeyan Mesûd Barzanî Enqere razî kiriye ku derbarê YPG û PYD’ê têbîniyên wê hene û herwiha Mesûd Barzanî jî bi Hevserokê PYD’ê Salih Muslim re hevdîtin kiriye. Tê îdîakirin ku Muslimê li Kobanê hêzên din ên Kurdî red dike, piştî peyama Tirkiyê ku gotibû; ‘’Bila Artêşa Azad û grûbên din ên Sûriyê jî bo alîkariyê werin. Derbarê paşeroja Sûriyê de bigihin xaleke hevbeş’‘ paş de gav avêtiye. Hat zanîn ku piştî Muslim ev peyam wergirtiye, grûbeke 150 kesî ya ser bi Artêşa Azad ji bo alîkariya YPG’ê derbasî herêmê bûye.

Hêzên din bo alîkariya YPG û Artêşa Azad

Hêzên Pêşmerge dê bi grûbên 300 yan jî 500 kesî bên şandin. Plan wiha ye dema ev hêz gehiştin Kobanê, li 7 navçeyên cuda ligel YPG û Artêşa Azad bi hevre kar bikin. Desthilata Hewlêrê, bi piranî Pêşmerge ji yên PDK û YNK’ê hilbijartin.

Ligel hemû piştgirî û alîkariyekê dema pêşveçûna DAİŞ’ê nehat rawestandin, xeta Hewlêr-Enqerê ket dewreyê. Li gor îdîayê, Barzanî ji Enqerê re şand û got: ‘’DAİŞ rasterast ji bo Kurdan bûye tehdît. Em Pêşmergeyên xwe bişînin navçeyê’‘ û Enqere jî erênî bersiva vê peyamê da. Hat zanîn nexşerêya derbarê mijarê îro bi dawî dibe. Di vê navberê de, Enqere dixwaze dema operasyona Kobanê qediya Pêşmerge paşde vekişin. Tirkiye ku dixwaze tenê xelkê Sûriyê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, ji bo operasyona Kobanê tenê 3 meh wex da. Lê eger şer dirêj bibe tê gotin ku heta 8 mehan jî dem tê zêdekirin. Herwiha tê gotin ku di rewşeke wiha de eger heye hejmara Pêşmergeyan jî were zêdekirin. (BAS-Yeni Şafak)