Di vê derbarê de Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Herêma Kurdistanê Xerîb Heso ji BasNewsê re got: ‘’Çek û pêdiviyên leşkerî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi balefirên hêzên Amerîkayê gehiştine bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê.’‘
Heso wiha axifî: ‘’Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî hewldaneke zêde ligel civaka navdewletî, Amerîka rê da çek û pêdiviyên leşkerî bo Kobanê bên veguhestin, em geleke spasiya hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê dikin, ku karî Amerîka û civaka navdewletî bîne ser xetê daku alîkariya leşkerî ji Kobanê re bê şandin.’‘
Hêjayê gotinê ye balefirên şer ên Amerîkayê çek, teqemenî û pêdiviyên leşkerî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji şervanên Kurd ên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê re avêtin xwarê.
Li gor Serkirdayetiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê, balefirên şer çek û pêdiviyên leşkerî ji şervanên Kurd re bi rêya esman berdan bajarê Kobanê daku şervanên Kurd wan di şerê li hember DAİŞ’ê de bikar bînin. Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Polat Can jî ragehand ku hejamreke zêde ya çek û teqemeniyan gehiştine Kobanê.
Di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar ji Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ji BasNewsê re got: ‘’Ew alîkariya leşkerî ya ku bo Kobanê hatiye şandin û balefirên şer ên Amerîkayê gehandin bajêr 17 ton e.’‘
Heman çavkanî wiha axifî: ‘’Şandina wan çekan li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû. Herwiha ji bo şandina wan çekan, Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewldanên xwe yên dîplomatîk xistin tevgerê heta ku karîn wan çek û teqemeniyan ji şervanên Kurd re bişînin.’‘
Di beyannameyeke fermî de Serkirdayetiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê ragehand ku balefirên Amerîkayê ji xeynî çek û teqemeniyan, pêdiviyên pizîşkî jî bo şervanên Kurd avêtine bajarê Kobanê.
Hêjayê gotinê ye cara yekem hefteya borî BasNewsê belav kir ku li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çek û pêdiviyên leşkerî bi rêya balefiran ji bajarê Kobanê yê Rojvayê Kurdistanê re tên şandin. BAS