Rayedarekî bilind di nava PDK (Partî) de ji Al Jazeera re gotiye ku serokê Kurdistanê Barzanî emir kiriye pêşmerge di nava 48 saetan de li Kobanî bin.
wezîrê derve yê Tirkiyê jî Mevlüt Çavuşoğlu gotibû ji bo ku pêşmerge derbasî Kobanî bibin, wê Tirkiyê hemû alîkariyan pêşkêş bike.
Hevseroka PYD Asya Abdullah jî got heta niha pêşmerge negihiştine Kobanî.
Berî niha bi awayekî fermî Barzanî ji Tirkiyê xwestibû ku rê veke ji bo ku pêşmerge biçin Kobanî.
Vê hefteyê jî Tirkiyê hikûmeta Kurdistanê agahdar kir ku wan rê vekir û çi alîkarî jî lazim be ew amade ne pêşkêş bikin.