Serrûpel Nûçe YNK dibêje me û PYD dibêje nerast e!

YNK dibêje me û PYD dibêje nerast e!

Belav bike

Piştî alîkariya çek, keresteyên leşkerî û pêdiviyên tendirustiyê ji bo Kobaniyê hatîn şandin partiyên  li Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê vê yekê de agahiyên cûda parve kiribûn.

Li gorî agahiyên Rûdawê ji jêderek ewlê wergirtî çek, keresyên leşkerî û pêdiviyên tendirustiyê ji bo Kobaniyê hatin şandin li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê hêza dijî teror   berhev kirine. Hêza dijî teror ên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê çek berhevkirine û ji Kobaniyê re şandine.

Çek piştî kû Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Serokomarê Tirkiyeyê qane kirî hêza dijî teror dezgeheke ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ye û  hêzên antî-teror ên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê çekê bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi riya Balafirgeha Hewlêrê ji Kobaniyê re şandine.

Pêvajoya çek berheckirinê û şandinê bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê û bi rêvebiriya Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Berpisiyarê Karên Peşmerge Şêx Cafer pêk hat. Rûdaw