Serrûpel Nûçe ENKS û TEV DEM li pêşiya Barzanî îmze kirin

ENKS û TEV DEM li pêşiya Barzanî îmze kirin

Belav bike

Li gorî agahiyên Rûdawê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser avakirina Rêferanseke Siyasî, Rêveberiya Rojava û avakirina Hêzeke Hevbeş li hev kirin, îmze kirin.

Tê gotin heta niha jî aliyên siyasî yên Rojava li ser pişka %20 ji endamên Referansa Siyasî li hev nekirine lê ev mijar piştî ku her aliyekî endamên xwe destnîşan kir, dê were gotûbêjkirin.

 

Li ser avakirina hêzeke hevbeş a leşkerî de jî her du aliyan li hev kirine ku komîteyek taybet pêk bînin. Erkê wê komîteyê dê yekxistina hêzên leşkerî yên kurd û avakirina hêzeke hevbeş be li Rojavayê Kurdistanê.

Ji aliyekî din, çavkaniyekê ji Rûdawê re got, endamên referansê (lêvegerê) dê ji 30 kesî pêk bên ku 12 jê ji TEV-DEMê û 12 jî ji ENKSê dibin.

 

Ew 6 kesên ku mane jî dê ji aliyê wan 24 kesên destnîşankirî ve bên hilbijartin… Rûdaw