Serrûpel Nûçe Mîrê Êzîdiyan: Em ne Kurd in

Mîrê Êzîdiyan: Em ne Kurd in

Belav bike


Derbarê axaftina Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg de ku gotibû ‘em ne Kurd in’, Endamê Desteya Rêvebirina Binkeya Laliş li Elmanya Kameran Qasim ji BasNewsê re got: ‘’Ew axaftinên Mîr Tehsîn Beg di çend dezgahên ragehandinê de, ku qaşo Êzdî ne Kurd in, bû sedema nerazîbûneke zêde li ba rewşenbîr, kesayetî û hemû Êzdiyan.’‘

Kameran Qasim da zanîn ku kurê Mîr Tehsîn bi xwe jî ji gotinên bavê xwe nîgeran e û wiha axifî: ‘’Ji ber Êzdiyan berî 4 hezar sal bi kitêb, dua û kultura xwe ya olî îspat kirine ku Kurdên resen in. Herwiha hejmarek rewşenbîrên Êzdî li Elmanya, Kurdistan û cîhanê ji van gotinan nîgeran in û bi rêya medyayê ev gotinên Mîr Tehsîn red kirine.’‘

Derheqê sedema van gotinên Mîr Tehsîn de jî, Qasim got: ‘’Hejmarek rewşenbîrên nêzîkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Mîr teşwîq kirine daku wan axaftinan bike, ew aliyên ku sedem bûn bo çêbûna tevlîheviyê li ser Şengalê, sedeme din in bo daxwiyaniyên wiha, ji ber di nivîsên xwe de bandor li Mîr Tehsîn Beg kirine.’‘

Qasim wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Rewşa tendirûstî ya Mîr nebaş e, loma dibe ku nerîna wan kes û aliyan bandor lê kiribe, ku gotiye em ne Kurd in. Berî niha jî rejîma Baasê hewl da ku nasnameya me biguhere û bike Ereb, çend caran hewldanên wiha hatin dayîn, lê belê em Êzdî Kurdên resen in û hîç kes û aliyek nikare vêna înkar bike.’‘

Hêjayê gotinê ye axaftina Mîr Tehsîn bû sedema acizbûn û nîgeraniyê li ba rewşenbîr û kesayetiyên Êzdî yên Kurdistan û derveyê welêt, ji ber her tim tekez dikin ku ew Kurdên resen in.’‘ BAS