Serrûpel Nûçe 250 Pêşmerge tevî çekên giran çûne Kobanî

250 Pêşmerge tevî çekên giran çûne Kobanî

Belav bike
Pêşmergeyên derbasî Kobanî bibin, wê hejmara wan 2000 hezar be, pêşmerge wê ji pêşmergeyên PDK-YNK, Yekgirtû pêk were. Enqere, lîsteya navê hemû pêşmergeyan ji Hewlêrê xwestin, her wiha lîsteya sîlehên ku wê bi xwe re derbasî Kobanî bikin.

Di nava Pêşmergeyan de, Sipaya Barzan, Zêrevanî, û hêzên li dijî terorê yên YNK wê cih bigirin.

Pêşmerge wê çekên emerîkî û almanî yên giran bi xwe re derbasî Kobanî bikin.

Çûna pêşmergeyan li ser daxwaza serokê Kurdistanê pêk tê. Wî ji Tirkiyê xwestibû ku rê veke ji bo ku pêşmerge derbasî Kobanî bikin.

Pêşmerge wê grûp bi grûp derbas bibin, grûpên wan wê di navbera 300-500 kesan de be.

Pêşmerge wê 35 kamyon çek bi xwe re derbasî Kobanî bikin.

Tirkiyê xwest ku pêşmerge bi kincên xwe yên eskerî derbas bibin bi unîforma.

Tirkiyê xwest ku di konvoyên pêşmergeyan de, ne ala Kurdistanê ne jî ala Tirkiyê hebe.

Pêşmerge wê 3 mehan li Kobanî bimînin, Tirkiyê mercek daniye pêşiya pêşmergeyan ew jî, dema ku pêşmerge ji Kobanî derketin wê hemû çekan bi xwe re bibin.

Dibe ku ji 3 mehan, mayîna pêşmergeyan dirêjtir bibbe, bibe 18 meh.

Niha istîxbarat û rayedarên eskerî yê Tirkiyê li Hewlêrê ne û pirsên teknîkî ji bo derbasbûna pêşmergan têne gotûbêjkirin.

Di hefteya bê de pêşmerge derbasî Kobanî dibin.