Di derbarê şandina hêza Artêşa Azad de ji bo Kobanî, Yekîneyên Operasyonên Helebê daxuyaniyek belav kir û têde ragihandin ku wê general Egîdî fermandariya wê hêzê bike.
Ji Hêzên Hevpeymana Navdewletî jî tê xwestin ku piştgiriya wê hêza Artêşa Azad bike.
Egîdî got, wan hikûmeta Tirkiyê jî agahdar kirine ku ewê derbasî Kobanî bibin.
Her wiha got, wan YPG agahdar kirine ku ewê biçin Kobanî, lê heta niha YPG bersiva wan nedane.
Her wiha li gor hinek jêderan wê di nava 2 rojan de hêza pêşmerge jî bi çekên giran biçin Kobanî.