Di dîdarekê de, De Mistura li hember pêşkeftinên li herêma Kurdistanê bi dest ve hatine kêfxweşiya xwe nîşan da û got ku ji serhildana sala 199ê û heta nuha li herêma Kurdistanê pêşketinên mezin û dilxweşker bi dest ve hatine. Herwesa sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, pêşwazî li milyonek û pêncsed hezar koçber û penaberan kiriye û tekîd kir ku alîkarî û hevakriyên NY û civaka navdewletî bo koçber û penaberan dê berdewam bin.
Rewşa Îraqê û herêmî bi giştî, metirsiya terorê, pêkanîna hevpeymaniya navdewletî li dijî terorê û giringya beşdarîkirina hemû aliyan di hikûmeta nû ya Îraqê de çend mijarên din yên dîdarê bûn. Û di vê çarçoveyê de serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, ji bona rûbirûbûna terorê siyaset û stratejiyeke giştgîr pêwîst e û divê di warê serbazî û mirovî de zêdet hevkariya herêma Kurdistanê bê kirin. Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku, pirsa Suriyeyê pirseke serbazî nîne û divê bi rêyên siyasî bê çareser kirin daku îstîqrar û aramî li deverê cî bigire.
Serokwezîr sipasiya alîkarî û hevkariya NY û civaka navdewletî bo Kobanî kir û li dor herêma Kurdistanê jî got ku herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevkarî û alîkariyên zêdetir heye û rêxistinên navdewletî û welatên komekbexiş divê zêdetir alîkariya penaber û koçberên li herêma Kurdistanê hene bikin.
Stefan de Mistura got ku, herêma Kurdistanê biwêrane rûbirûyê terorê dibe û bergiriyê û berxwedanê dike ji ber hindê, ew bi paşeroja herêma Kurdistanê geşbîn e û dê bigehe armancên xwe.
Di dîdarekê de sefîrê nû yê Fransayê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê nîşan da û tekîd li ser pêşxistina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Fransayê kir û got ku, têkeliyên Kurdistan û Fransayê têkeliyên kevinin û li ser bingehê dostaniyê hatîne avakirin.
Sefîrê Fransayê rola herêma Kurdistan di warê pêşwazîkirin, hewandin û alîkarîkirina wê hijmara zêdeya penaber û koçîberan kir û li hember vê helwestê sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir. Wî got ku, Fransa dê li ser hevkarîkirina herêma Kurdistanê di warê serbazî û mirovî de berdewam be û dê wan alîkariyan zêdetir jî bike. Li gor sefîrê nû yê Fransayê li Îraqê, ji bona hevkarî û alîkarîkirina penaber û koçberan dê gelek rêxistinên sivîl û nehikûmî yên fransayî bên herêma Kurdistanê. Sefîrê Fransayê behsa kar, çalakî û xebatên senterê kulturiyê Fransayê li Hewlêrê kir.
Rewşa emnî û serbazî li Îraqê û pirosesa siyasî li welêt, giringiya beşdarîkirina kurd û suneyan di hikûmeta nû ya Îraqê de, pêkanîna hevpeymaniya navdewletî bo cenga dijî terorê û rewşa Kobanî mijarên din yên civînê bûn. Her du alî li ser pêwîstiya dîtina çareseriyekê bo rewşa Mûsil û rizgarkirina wê ji terorîstan hevfikir bûn daku koçber bikaribin vegerin bo ser mal û milkên xwe.
Nêçîrvan Barzanî got ku, herêma Kurdistanê gelek bi giringî ve li têkeliyên xwe yên bi Fransayê re dinêre û sipasiya hikûmet û xelkê herêma Kurdistanê bo serdna Franswa Holand serokomarê Fransayê bo Hewlêrê diyar kir ku, ew serdan wek piştgirîyeke siyasîya mezin bû bo herêma Kurdistanê. Barzanî xwesteke herêma Kurdistanê ji bona berfirehkirina têkeliyan, di hemû waran de, bi Fransayê re nîşan kir.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike û tekîd li ser piştgiriya herêma kurdistanê li hikûmeta nû ya Îraq a bi serokatiya serokwezîr Heyder Ebadî kir. Serokwezîr têkeliyên herêma Kurdistanê digel Taran û Enqereyê bi giringî wesif kirin. – See more at: http://www.rojevakurd.com/cihan/16952-Fransa-zdetir-alkariya-Kurdistan-bike.html#sthash.4KTtlWt8.dpuf