NEZANÎ
Di rêzimaniya Kurmancî de (gramer/qewa’id) “haletek” heye, jê re “tewandin” dihêt gotin. Bala xwe bide van nimûneyan (mîsal):
– Heleb >>> Li Helebê/ Berlîn >>> Ji Berlînê / Hewlêr >>> Li Hewlêrê (Di shêweya devokî de, yan ji bo hêsankirin û kurtkirinê, “li Hewlêr” jî dihêt gotin, lê ligor rêzimaniyê gotina durist: “Li Hewlêrê” ye).
Ji bo peyvên bi tîpeke dengî bi dawî dihên (tîpên dengî: a, e, ê, i, î, o, u, û) tîpa “y” dikeve navbera tîpa dengî û ya dawîn “ê”. Nimûne (mîsal):
– Viyena >>> Li Viyenayê / Enqere >>> Li Enqereyê (Di shêweya devokî de, yan ji bo hêsankirin û kurtkirinê “li Enqerê”” jî dihêt gotin, lê ligor rêzimaniyê gotina durist: “Li Enqereyê” ye).
– Tokyo >>> Li Tokyoyê (Di shêweya devokî de, yan ji bo hêsankirin û kurtkirinê “li Tokyo” jî dihêt gotin, lê ligor rêzimaniyê gotina durist: “Li Tokyoyê” ye).
Peyvên bi tîpa dengî “î” bi dawî dihên: Wekî Mamoste Celadet Bedirxan jî pêsh bi dehan sal di HWARê de shîrove kiriye, di navên bi “î” bi dawî dihên de, tîpa “î” li pêsh “y” dibe “i”. Bala xwe bide nimûneyên li jêr:
– Rindî/Xirabî >>>> Bi rindiyê dibe, ne bi xirabiyê.
– Sulêmanî >>> Ji Sulimaniyê hat. (NE: Ji Sulêmanê hat!).
– Serê Kanî: Li Serê Kaniyê ji day bû (devokî: Li Serê Kanî…)
– ENCAM: Kobanî >>> Bi xêr hatin Kobaniyê! NE: “Bi xêr hatin Kobanê”! Û ew ê bashtir bûya ku navê Kobnaanî wek xwe bimaya: Bi xêr hatin Kobanî. Tevahiya xelkê Kobanî di shêweya devokî de her digotin “Kobanî.” Nimûne: Tu li ku bûyî? Ez li Kobanî bûm.
Ha shashiya mezin ji “Bi xêr hatin Kobanê” dest pê kir, çimkî “qarmeya” PYD li deriyê bajêr danîbû SHASH hatibû nivîsandin; tewandin SHASH bû. Bi encamê, bi hezaran Kurdên ku nizanibûn bajarekî bi wî navî heye “Kobanê” kopî kirin… Di van mehên dawîn de mîdyaya PKK navê “Kobanê” kir benîsht û belav kir û bi encamê navê bajarê me di mîdyaya cîhanî de bû “Kobane.” Ger mirov vî navî bi shêweya înglizî bixwîne dibe: “Kobên,” çiqa mîdya nuha wek “Kobanî” telefuz dike jî. Mixabin ku hema-hema tevahiya xelkê herêma Kobaniyê li hember vê xarkirina nasnameyî û neheqîkirina li dîrokê bêdeng ma. Çiqa ez û mêrxasine ji herêmê bi alîkirina dostên pishgir ji beshên din hewl didine navê resen bi mirîdan, razekîhezan û bi mîdyaya cîhanî bidin nasîn jî, kar ne yekî hêsan e, çimkî ajans û weshanên PKK, her weha berpirsên PKK û rêxistinên pê ve girêdayî, PYD/YPG “Kobanê” Bi MEBEST wek mohreke PKKyî/PYDyî, yan bi encama nezaniyê bi kar dihînin. Nuha mîdyaya Soranan, Soranên ku bi pirraniya xwe pêsh demeke ne dûr nedizanibûn bajarekî bi vî navî heye, wan jî “Kobanê” kopî kirine û bi kar dihînin.
SERHISHKÎ
Her kes û her kom dikare shashiyan bike, lê bêtar di vir de ye: Dema kesê/koma shashî kiribe bi serhishkî shashiya xwe wek “rastî” bi nav bike û bidomîne! Serhishkî û nezaniya hinekan gihîshtiye wê radeyê ku sedemên ne rast û ne mentiqî îcar didin. Nimûnyên min dîtine: 1- Kurdan navê “Koban” ji bajarekî kurdî yê bi vî navî girtine (Nizanim li ku ye). 2- Navê “Kobanê” ji peyva “Kom” hatiye. Berê du eshîrên herêmê ji bo shêwrê li wê shûnê kom dibûn!
Milletê bi xwe bawer rastiya dîrokî xar nake. Belgeheke dîrokî ku navê Kobanî, Koban, yan Kobanê pêsh sedsala 20emîn raber bike tune. Di kutûg û arshîvên Dewleta Osmanî de nahêt dîtin, ji ber ku li dû têkçûna vê dewletê, yanê li dawiya sherê cîhanî yê 1emîn, li dû sal 1918 wek bajarok haiye shênkirin. Xelkê Kobaniyê û gundên wê bash dizanin ku navê bajêr Kobanî ye. Yên temenê wan li jor 60an e, ger hishên wan bi tevahî wenda nebûbin, ê bizanibin ku heta salên 50an û 60an kevirên 2 kolanên bajarokê kevn (Kolana ji deriyê sînor ber bi Qehweya karmên diçe û ji wir xwe badide aliyê çepê û ber bi rojhilat diçe) hîn yên fransiyan danîbûn. Zatî li dû rakirina wan keviran û “ziftkirina” erdê kolanê, kolan zivistanê her ket bin avê û gerrekê. Her weha dizanin, yan divabû bizanibûna, ku qessab (goshtfirosh), qehwecî, meyxanecî, demircî (hesinkar), kulavcî, ne’ilbend… û hemî sin’etkarên Kobaniyê salên destpêkê Ermenî bûn. Van Ermeniyan li dû cenosîda li dij wan bi rê ketibû ji Diyarbekir, Wanêm Mûshê û shûnên din derbas aliyê sûrî bû bûn û fransiyan ew bo shênkirina Kobaniyê li wir bi cîh kiribûn. Nifshê min bi zaroyên wan Ermeniyan re mezin bû. Bavê min yek ji Kurdên yekemîn bû ku xanî û firoshgeh li Kobanî lêkirin. Hema-hema tevahiya firoshgehên aliyê bakur ji bajêr Ermenî nûn. Tenê tek û tûk yên Kurdan di nav wan de hebûn. Li shûna mala me lê bû, li aliyê bakur, tenê mala me û ya Hec Mustefa yê ji Mikteleyê destpêkê li wî beshî hebûn, wek dihêt bîra min. Aliyê bashûr ji dukanên navenda bajêr, aliyê li bashûrê mizgeftê, dû re hêdî-hêdî lêbû, dû re dukanên li her du aliyên kolana ber bi serayê diçe dest pê kirin.
Ji salên 1920an ta sal 1943 tevahiya Sûriyeyê di bin serpereshtiya Fransayê de ma (Wikipedia). Leshgerên fransî sal 1946, sala ji daybûna min, ji Sûriyeyê derketin û welat bû dewleteke serbixwe” Komara Sûriyeyê. Kobanî di kutûgên dewleta sûrî de bû “E’eynul-Ereb.” Li bervaciya texmîna hinekan, ev binavkirin ne ya ba’siyan e, ne jî ji aliyê shovenên Ereb ve hatiye erebîkirin. “Eynul-E’reb” wergerandina navê di arshîvên osmanî de ye: ”Arabpinar.” Navê Kurmancî jî ev e: “Kaniya E’reban.” Ev shûn berê gundekî bi serê xwe bû û nuha beshê rojhilat ji Kobaniyê ye. Hemî Ermeniyên bajêr dema bi tirkî yan bi ermenî dipeyivîn navê “Arabpinar” li shûna Kobanî bi kar dihanîn. Ger ne shash bim, bi rehmetî Cegerxwîn, Osman Sebrî û Celadet Bedirxan, wan jî di nivîsarine xwe de navê “kaniya E’reban” li shûna “Kobanî” bi kar hanîne. Ev ne shermek e, ne jî nishtimanperwerî ye ku mirov dîrokê xar bikin û derewan bike. Min berê shîrove kiriye navê “Kaniya E’reban” ji ku hatiye. Da ku gotar pirr dirêj nebe li vir dubare nakim. Li bajarin Ewropayê jî kolanên wek “kolana Tirkan” yan “Kolana Cihûyan” û navên wek wan hene. Li Shamê jî “Haretul-Ekrad” heybû/heye. Yên dîrokê xar dikin ziyanê li mirovahê û neteweya xwe dikin û nagihên amancên bash. Dîroksextekirin NE nishtimanperwerî ye, ”CEHALET” û SEXTEKARÎ ne.
Wek Kurmancên herêma Kobaniyê dibêjin, “Tar filtiye!” Ma mirov ê kîjan aliyê vê otomobîla Kurmancan ya xirabe bûyî û hatî talankirin “teslîh” bike û kîjan alîyî neke! Zatî di vê rewsha malwêran de bizava “teslîhkirinê” bi xwe bûye gunehkarî û tawan! Ev ne 1emîn gotara azadkirina navê bajarê min ji xarkirinê û sextekariyê ye û dê ne ya dawîn be jî. Sibe, yan dusibe, kesekî ji nav milletê me yê ku ji bedbextiyê bi pirranî nexwendeyê zimanê xwe ye dê dîsa bipirse: Kobanî yan Kobanê?! Û hinek ê bibêjin, “Ma ev mushkeleya çûk jî kêshe ye?!” Belê kêshe ye û yeke mezin e, çimkî rewsha bi tenî ya Kurmancên îroj ji van kêsheyên ku bi dirêjiya sedsalan ketine ser heve û bûne sedema shasho-mashokirineke çandî dihêt. Nerastî nerastî ye. Bo min binavkirina bajarê me wek “Koban, Kobanê û Kobane” îhanetkirina tevahiya xelkê bajêr û gundên wê ye, û pêsh wê rêznegirina ji pêshiyên me re ye. Ya rest: ferizkirina navê ne durist bi shêweya zîrteboziyê ye û ev zîrtebozî dikare tenê li me hejarên bexteresh bibe. Ma em ê bikaribin navê Sulêmanî bikin “Sulêmanê”? Ma em ê bikaribin navê “Rûdaw” bikirin “Rûdo”?
Belê xwendevanê/xwendevana hêje: Her yek ji me ta mirinê nerxê jidaybûna xwe wek Kurd dide. Lê Kurdmayîn bo kesên dizanin çi bûye û çi dibêye nerxdayîn gellekî buhatir e!
(Shahînê Bekirê Soreklî: 10/2014)