Avesta kurd – Li ser gotina serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ku gotibû “Kobanî ne bajarekî Kurdan e, ew bajarekî Ereban e, navê wê jî Ayn Al Arab e”, hevseroka PYD Asya Abdullah heddek ji wî re danî û got Kobanî bajarekî Kurdan e, û bila her kes heddê xwe bizanibe. Asya Abdullah her wiha diyar kir ku ji dîrokê de Kobanî bajarekî Kurdan e.