Êrîşbazan bi lêdanê Welat Bekir birîndar kirin.
Berî niha li Hewlêrê di dema xwepêşandanekê de alîgirên PYD bi kêran û bi daran êrîşî 2 peyamnêrên Rûdawê û kameramanê wan kirin, di encamê de peyamnêrên Rûdawê Hejar Ergoşî û Mimemed Izedîn birîndar kirin. Di wê êrîşê de raîdekî polîsan jî birîndar kirin.
Her wiha peyamnêrên Rûdawê li rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên PYD ve ji rojava hatine sirgûnkirin û li bakur jî payamnêrên kanala Rûdawê têne astengkirin û jiyana wan her demê ji aliyê alîgirên PYD ve dikeve metirsiyê.