Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku çekên giran yên pêşmergeyên ku wê biçin Kobanê, îro saet 2 û 40 deqe bi dema Hewlêrê, ji bargeheke Wezareta Pêşmerge li bajarokê Behrkê ber bi Kobanê birêketin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew hêza pêşmerge ji 150 pêşmergeyên herdu hêza Piştevaniya Yek û Du yên ser bi Wezareta Pêşmerge ve pêk tên.
Ew hêz, berî 2 rojan ji çûyîna wan, cil û çek li ser wan hatine parvekirin, wan çekên nû yên amerîkî wergirtin, her wiha çekên giran wek reşaşên amerîkî, topên 120, 155, 57, 81, 80 û çend curên din yên çekan ligel xwe dibin ji bo şerê DAÎŞê li Kobanê.
Wê çavkaniya nêzîkî serokatiya herêma Kurdistanê ji Rûdawê re diyar kir ku wê pêşmerge bi riya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê biçin Tirkiyê û çekên wan jî bi otomobîlên mezin wê bibin Bakurê Kurdistanê û wê ji wir ew hêz derbasî Kobanê bibe û li wir jî li gel hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPGê rûbirûyê DAÎŞê bibin ku ev zêdetirî 40 rojane êrîşeke berfereh birine ser Kobanê û dest danîne ser 380 gundên Kobanê û beşek ji bajarê Kobanê jî kontrol kirine.
Hêzên YPGê jî bi piştgiriya balafirên şer yên Amerîka û hevpeymanên wê bergiriyeke dijwar li hemberî DAÎŞê dikin.
Çûna vê hêza pêşmerge ji bo Kobanê, bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi razîbûna Parlamentoya Kurdistanê ye, ku berê bi hemahengiya ligel Amerîka, razîbûna hikûmeta Tirkiyê jî hatiye wergirtin.
Li gora zaniyariyên Rûdawê, heta ku Tirkiyê razî bûye, 6 civîn di navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge û Tirkiyê de hatine kirin, beşek ji wan civînan li Herêma Kurdistanê bûn û şanda Wezareta Derve û artêşa Tirkiyê hatine Dihokê ligel Serokatiya Herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge û Wezareta Navxwe ya Kurdistanê civiyane. Rûdaw