Li gorî agahiyên Rûdawê, ew hêza Pêşmerge ku dê biçe Kobanî 150 kes in û ji hêzên Piştevaniya Yek û Piştevaniya Du yên girêdayî Wezareta Pêşmerge pêk tên û bi wan re çekên giran hene.
Ew pêşmerge du roj berê çek û kincên nû wergirtine ku çekên wan hemû amerîkî ne. Jibilî wê, çekên giran ên mîna Reşaşa amerîkî, topên 120, 155, 57, 81 û 82 mm û hinek çekên din dê bi xwe re bibin Kobanî.
Jêderekî nêzîk ji Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got ku Pêşmerge dê bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê re biçin Tirkiyeyê, çekên wan jî bi kamyonan derbasî Bakurê Kurdistanê tên kirin û ji wir jî derbasî Kobanî dibin.
Ew hêza Pêşmerge bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rizamendiya Parlamentoya Kurdistanê diçe Kobanî. Her wiha Amerîka û Tirkiye jî li ser vê yekê razî bûne.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge 6 caran bi rayedarên Tirkiyeyê re rûniştine heta ku ew razî kirine. hat gotin beşek ji wan civînan li Herêma Kurdistanê hatine kirin û şanda Wezareta Derve û Artêşa Tirkiyeyê hatine Dihokê û li wir bi Serokatiya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge û Wezareta Navxwe re rûnştine.